Hilberîna petrolê 1.2 milyon bermîl tê kêmkirin

24 berfanbar 2018 23:56
Hilberîna petrolê 1.2 milyon bermîl tê kêmkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Enerjiyê yê Îmaratên Erebî Suheyl el-Mezruî di civîna Rêxistina Welatên Erebî yên Petrolê Difiroşin (OAPEC) de ragihand ku dê sala 2019an hilberîna petrolê ji bo endamên Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) ji sedî 3, ji bo welatên ne endam jî ji sedî 2 were kêmkirin.

Mezruî diyar kir ku wan ji bo zindîkirina bazara petrolê û endustriya wê û îstiqrara bazara petrolê derbarê kêmkirina hilberîna petrolê de hinek tawîz dane û diyar kir, “Ji serê sala 2019an pê ve bi kêmkirina 1.2 milyon bermîl petrol li bazaran hevsengiyek pêk were.”