Amerîka: Kêmkirina hilberîna petrolê ya OPEC+ yê maqûl nîne

04 nîsan 2023 01:43
Amerîka: Kêmkirina hilberîna petrolê ya OPEC+ yê maqûl nîne

PeyamaKurd – Koordînatorê stratejiya danûsitendinê yê konseya ewlehiya Koşka Sipî John Kirby ragihand ku rêxistina hilberîner ya petrolê OPEC û yên di derveyê wan de yên ku petrolê hildiberînin û îxrac dikin rêjeya hiberînê kêm kirine û ev biryar maqûl nîne. Kirby di civîna elektronîk ya nav xwe de, bersiva biryara pirsan da. Li ser biryara OPECê ya kêmderxistina petrolê got:

“Dema em nezelaliya bazara petrolê bidin ber çav, niha maqûl nîne ku hilberînê kêm bikin. Li gor sala borî bihayê petrolê kêm bûye, divê bihayên petrolê ji kesên bikartînin re kêmtir bibe û em ê bixebitin da fiyet dakevin.”

Kirby, ragihand ku bi Erebistana Saûdî re di nav têkiliyan de ne û ji Erebistanê re gotine ku di mijara hilberîna petrolê de tewrê wan rast nîne. Tevî Amerîka bi Erebistanê re di heman fikrê de nîne jî, di mijarên din de Erebistan hevkarê Amerîkayê yê stratejîke.