Bayraktar: Sirnex paytexta petrolê ye, hilberîna Gabarê zêde bûye
11 nîsan 2024 19:30
PeyamaKurd- Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alpaslan Bayraktar îro 11ê Nîsanê li Çiyayê Gabarê çû cihê kêlgehên hilberîna petrolê.
Bayraktar li Çiyayê Gabarê ji rojnamevanan re axivî û got, li Çiyayê Gabarê yê bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê berhemanîna petrolê ya rojane 40 hezar bermîlan derbas kiriye.
Bayraktar herwiha da zanîn ku 40 hezar bermîl petrola tê hilberîn ya herî bi kalîte ye û got, li Colemêrg û Wanê jî xebatên vekirina bîran berdewam dikin.
Bayraktar bibîr xist, “Li tevahiya Tirkiyeyê hilberîna me ya petrolê ya rojane 100 hezar bermîl derbas kir. Şirnex êdî bi awayekî zelal bajarekî petrolê ye û paytexta petrolê ye.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Wezîr Dönmez: Em di hilberîna petrolê de rekora 30 salên dawiyê de ne
31 brf 2022
Kurdistan
Kompaniyên Petrolê hilberîna rojane ya nefta Kurdistanê zêde dikin
14 îln 2022
Jiyan
Hest welatên OPEC+ wê hilberîna petrolê zêde bikin
03 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin