Hukumeta Lîbyayê ya Rojhilat hilberîna petrolê rawestand

27 tebax 2024 01:23
Hukumeta Lîbyayê ya Rojhilat hilberîna petrolê rawestand

PeyamaKurd – Ji ber hukumeta nûh ya Lîbayê li ser rêvebirina Banka Navendî li hev nekirin, biryara temamê hilberîna di sehayên petrolê de, xebata lîman û dezgeyan, hilberîn û îxracatê da rawestandin.

Serokwezîrê Hukumeta li Rojhilatê Lîbyayê Usame Hammad got; konseya ku ji aliyê Konseya serokatiyê de hatibû wezîfedarkirin ya ‘sitendina dewr û teslîmê’, êrîş biriye ser Banka Navendî ya li Trablûsê. Hamad di daxwuyaniya xwe de got:

“Konseya serokatiyê di welat de dezgeya herî grîng ya fînansêye, di derveyê qanûn de dixwaze bixe destê xwe an kontrol bike. Mudaxeleya bi Banka Navendê kiriye ku  temamê karên darayî yê dewletê rawestiyaye. Bi sedema bûyerên li Banka Navendî; me biryara sekna hilberîna petrolê da, heya daxwuyaniyeka dinê temamê xebatên di lîmanan de û îxracata her tiştî rawestand.”

Serokwezîrê Hukumeta Yekîtî ya Netewî Abdulhamid Dibeybe jî piştî biryara hulumeta Rojhilat, bi wezîrê petrol û xaza xwezayî bi Xelîfe Abdussadık re civiya. Dubeybe got ku planê hilberînê divê baş dewam bike, rewşa sehayên petrolê bê şopandin û nehêlin ku hilberîn raweste.