Nûnerên Rusya û Neteweyên Yekbûyî, hevdîtinek kir
PeyamaKurd- Di nûçeyên medyaya Rus de hat ragihandin ku di navbera Rusya û Neteweyên Yekbûyî (NY) de li ser dexil û dan hevdîtinek hatiye kirin. Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku dirêjkirina peymana dexil û dan hatiye nirxandin.
Li gorî nûçeyên hatin parvekirin, Alîkarê Wezîrê Karên Derve ya Rusyayê Sergey Verşinin û Alîkarê Sekreterê Giştî yê NYyê yê Berpirsê Karên Mirovî Martin Griffith û Sekretera Giştî ya Konferansa Geşepêdan û Bazirganiyê ya NYê (UNCTAD) Rebeca Grynspan, li Moskowê hevdîtinek kirine û hevdîtina hatiye kirin, bi dawî bûye.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku li ser peymana di 22yê Tîrmehê de li Stenbolê li ser dexil û dan hat kirin, nirxandin hatine kirin û ji bo ku ev peyman were dirêjkirin, bi berfirehî hatiye axaftin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin