Mahmud Abbas li Neteweyên Yekbûyî bang kir

24 îlon 2026 19:12

Serokê Filistînê Mahmud Abbas, di axaftineke xwe ya bi rêya vîdyokonferansê de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku divê gelê Filistînê ji ber daxwaza bidawîanîna dagirkeriya Îsraîlê neyê cezakirin.

Mahmud Abbas li Neteweyên Yekbûyî bang kir

RûpelNews - Abbas bal kişand ser rewşa dijwar a Filistîniyan û bang li civaka navneteweyî kir ku pêşî li koçberkirina girseyî ya din a gelê Filistînê bigire.

Abbas got: "Divê gel û rêveberiya Filistînê ji ber daxwaza bidawîanîna dagirkeriyê neyên cezakirin."

Herwiha Serokê Filistînê bang kir ku pêşî li "Nakba û komkujiyeke" nû ya li dijî gelê Filistînê were girtin û xwest ku tundiya niştecîhên Îsraîlî were rawestandin.

Abbas daxwazên xwe yên ji bo avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê û bidawîanîna dagirkeriya Îsraîlê dubare kirin.

Neteweyên Yekbûyî berê jî derbarê koçberkirina Filistîniyan li Şerîeya Rojava, berfirehkirina niştecîhên Îsraîlî û zêdebûna tundiya niştecîhan de nîgeraniya xwe anîbû ziman.