Neteweyên Yekbûyî ji bo Lubnan, Îsraîl û Xezeyê banga agirbesta daîmî kir
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî îro banga xwe ya ji bo “agirbesta daîmî” li Lubnan, Îsraîl û Xezeyê dubare kir.
Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan Jeremy Lawrence li Cenevreyê ji rojnamevanan re got: “Ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê ji hemû aliyan, agirbesteke daîmî û yekser li hemû eniyên li Lubnan, Îsraîl û Xezeyê, tekane rê ye.”
Her weha Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Îsraîl Katz îro got, Îsraîl daxwaza pêkanîna bi bandor a peymana agirbestê ya bi Lubnanê re ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve dike û dê li hember her binpêkirinekê toleransê nîşan nede.
Katz ji Koordînatora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Lubnanê Janine Hennis-Plassarterê gotiye: “Her maleke li başûrê Lubnanê ku ji nû ve were avakirin û wek baregeheke terorîstan be, dê were hilweşandin, her alaveke leşkerî ku ji bo terorîstan were komkirin, dê bê jinavbirin, her hewildaneke ji bo qaçaxçîtiya çekan dê were asteng kirin û her xetereyeke li ser hêzên me an sivîlên îsraîlî dê yekser were tunekirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin