Neteweyên Yekbûyî, spasiya Rusyayê kir

02 îlon 2022 18:00
Neteweyên Yekbûyî, spasiya Rusyayê kir

PeyamaKurd- Ji aliyê Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî ve li ser çûyîna şanda teknîkî ya Saziya Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya santrala Zaporijyayê, spasî li rayedarên Rusyayê hat kirin ku di vê mijara xeternak de bi hesasî tevgeriyane.

Berdevkê Sereke yê Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric, li New Yorkê bersiva pirsên rojnamevanan da. Li ser mijara serdana şanda teknîkî ya IAEAyê pirs hatin pirsîn û Stephane Dujarric jî di bersiva xwe de ragihand ku ew ji hewilên şandê gelek dilxweş in.

Stephane Dujarric li ser mijarê got,

“Ji ber ku Federasyona Rusyayê, ji bo ewlehiya şanda me ya berpirs hemû tiştên ku divê bi cih bihatana kirine, em kêfxweş in. Çawa ku ewlehiya kesekî/ê di bin navê NYê de berpirsiyarî be, ewlehiya xebatkarên NYê ku venêrîna qadekê dikin jî aîdê kesên desthilat ên wê qadê ye. Em ji bo pêkanîna vê jî spasiya hêzên ewlehiyê dikin.”

Beşeke mezin a şanda teknîkî ya ku duh xwe gihandibû santrala nukleerî ya Zaporijyayê, piştî venêrîn û xebata 3 saetan, ji santralê veqetiya û hat ragihandin ku beşek ji şandê li santralê maye û venêrînan dewam dike. Tê payîn ku venêrîna santralê, heta sibê jî dewam bike.