Hêzeke Neteweyên Yekbûyî li Samê dewriye kir
03 berfanbar 2025 23:02
PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro 3yê Kanûnê dewriyeyeke UNDOFê li hin deverên başûrê Sûriyeyê geriya. Dewriye ji bajarokê Sasa ber bi Bêt Cin a li rojavayê Şamê ve çû.
Hate zanîn ku wesayîtên dewriyeyê hê jî li herêmê ne.
Tevgera dewriyeyê çend roj piştî operasyona Îsraîlê ya li bajarokê Bêt Cin ê Şamê pêk hat ku 13 kes hatibûn kuştin û 25 kes jî birîndar bûbûn.
UNDOF hêzeke çavdêriyê ya Neteweyên Yekbûyî ye ku di sala 1974an de ji bo şopandina pêkanîna peymana veqetînê ya di navbera Sûriye û Îsraîlê de piştî Şerê Cotmehê hatiye damezirandin. Erka wê çavdêriya agirbestê û çavdêriya herêma tampon a li Girên Colanê ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî li Samê dest bi hevdîtinan dike
14 rbn 2025
Jiyan
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê li Samê ye
15 brf 2024
Cîhan
Nûnerên 15 welatên Neteweyên Yekbûyî serdana Samê dikin
27 mjd 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin