Nêçîrvan Barzanî ji bo pistevaniya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê spasiya Neteweyên Yekbûyî kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 21ê Tebaxê pêşwaziya Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Claudio Cordone kir.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de got, “Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji bo nav û pêgeh û nûkirina rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê gelek girîng e.”
Di daxuyaniya piştî civîna Nêçîrvan Barzanî û Claudio Cordone de, hate ragihandin ku di erkê tîma NYê ya ji bo heyama mayî ya mayîna wan a li Iraqê hatiye gotûbêjkirin û nirxandin li ser rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin kirin.
Nêçîrvan Barzanî ji ber rol, hevkarî û piştevaniya wê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê spasiya Neteweyên Yekbûyî kir û tekez kir ku hilbijartin ji bo nav û pêgeh û nûkirina rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê gelek girîng e.
Herwiha Barzanî tekezî li ser pêwîstiya pêvajoyeke dengdanê ya paqij û şefaf bi beşdariya hemû alî û pêkhateyan kir.
Claudio Cordone jî spasiya tîma Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rol û hewlên Nêçîrvan Barzanî û birêveçûna rast û dirust a wî ya di derbarê pirsa hilbijartinên Parliyamentoya Kurdistanê de nîşan da.
Cordone jî pabendbûna Netewên Yekbûyî ya ji bo piştgiriya serkeftina hilbijartinan û pêvajoya dengdanê dubare kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku civîna Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li gel aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên herêmê jî mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin