Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya Mehdî Zanna peyama sersaxiyê ragihand
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo koça dawî ya siyasetmedarê kurd û şaredarê berê yê Amedê, Mehdî Zana, ku di 85 saliya temenê xwe de koça dawiyê kir, peyameke sersaxiyê weşand.
RûpelNews - Di peyama xwe de, Barzanî sersaxiya xwe ji malbat, xizm û hevalên Mehdî Zana re pêşkêş kir û destnîşan kir ku Zana yek ji kesayetiyên pêşeng ên tevgera siyasî ya kurd li Tirkiyeyê bû.
Barzanî diyar kir ku Mehdî Zana gelek salên jiyana xwe ji bo parastina mafên gelê xwe terxan kiribû û destnîşan kir ku wî di vê rêyê de fedakarîyên mezin kiribûn.
Di peyama xwe ya sersaxiyê de, Neçîrvan Barzanî bi taybetî ji hevjîna Zana, Leyla Zana, û tevahiya malbatê re sebir û tehemûl xwest û got, "Xwedê rehma xwe lê bike." Barzanî dua kir ku Xwedê rehm û bexteweriya heta hetayê bide Mehdî Zana.
