Nêçîrvan Barzanî: Divê pêşketina Kurdistanê berfirehtir û bihêztir bibe

17 îlon 2026 13:11

Lûtkeya Aborî ya Silêmaniyê îro 17ê îlona 2026an dest pê kir û dê du rojan berdewam bike. Di lûtkeyê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û got: "Pêşketina Kurdistanê pêwîstî bi wê yekê heye ku rola wê berfirehtir û bihêztir bibe." Herwiha got: "Ermanca me afirandina jîngeheke yasayî, kargêrî û ewlehiyê ya guncaw e ji bo meşandina veberhênanê."  

Nêçîrvan Barzanî: Divê pêşketina Kurdistanê berfirehtir û bihêztir bibe

RûpelNews - Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di salên borî de li Herêma Kurdistanê jêrxaneyeke baş û gelek kargeh hatine avakirin, lê dema wê hatiye ku em ji aboriyeke bikarber ber bi aboriyeke hilberîner û cihêreng gavan bavêjin, bi rêya arastekirina zêdetir a sermayeyê ber bi sektorên çandinî, geştyarî û kertekên din yên Herêma Kurdistanê. 

Herwiha got: "Divê nakokiyên siyasî nebin asteng li beramberî bazirganî û veberhênanê." Teqez kir jî, divê ew li gel hikûmeta federal bigehîjin çarçoveyeke destûrî ya ron ji bo pirsên darayî, gumrik û bacan. 

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku ew Iraqeke wisa naxwazin ku her pêkhateyek ji bo parastina xwe, pena bo hêz, hejmar yan pêgeha xwe bibe, belku Iraqeke wisa dixwazin ku her kes pena bo destûrê bibe. Herwiha tekez kir, ew daxwaza Iraqekê dikin ku tê de yasa û destûr serwer bin û divê hemû pêkhateyên wekî Kurd, Ereb, Turkmen, Xiristiyan û Êzidî piştrast bin ku mafên wan cîgir in û bi guherîna hikûmetan û hevkêşeyên hêzê naguerin. 

Derbarê pirsên helawestî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî diyar kir: "Pirsên budce, mûçe, neft, gaz û desthilatan divê çareseriya destûrî ya daimî ji bo wan bête dîtin, bi awayekî ku berjewendî û mafên hemû welatiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê biparêze." 

Neçîrvan Barzanî herwiha got: "Armanc ne ew e ku Hewlêr bi ser Bexdayê de yan Bexda bi ser Hewlêrê de bikeve, belkî armanc serkeftina Iraq û destûrê ye, ji ber ku hêza me hemûyan di Iraqeke federal û Herêmeke bihêz de ye." Herwiha teqez kir jî, dema wê hatiye ku dawî li nakokiyan bê anîn û bi rêya diyalog, destûr û hevbeşiya nîştimanî bên çareserkirin. (K24)