Nêçîrvan Barzanî: PDK dê berdewam be ji bo mîsogeriya mafên gelê Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe ya bi boneya 80emîn salvegera damezrandina Partiyê de diyar kir ku divê PDK di derbaskirina astengiyan de roleke pêşeng bigire ser xwe.
RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 16ê Tebaxê û 80emîn salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî, di serî de pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî, malbatên şehîdan, rêveberiya PDKê, kadro, endam û alîgirên PDKê kir.
Barzanî bi bal kişandina ser dîroka 80 salî ya PDKê, kesên ku ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe ji dest dane, Pêşmerge û têkoşeran bi bîr anî.
Barzanî got, “Di vê qonaxa dîrokî de, bi hêvî û baweriyeke xurt, em soza xwe nû dikin ku em ê ji bo armancên bilind ên gelê Kurdistanê kar û têkoşîna xwe bidomînin” û diyar kir ku PDK 80 sal berê ji daxwaz û hêviyên gelê Kurdistanê derketiye holê.
“Bi heman biryardariyê têkoşîna xwe didomîne”
Barzanî damezrandina PDKê wek “pêdiviyeke dîrokî” binav kir û diyar kir ku Partiyê pêşengiya tevgera azadiya Kurdistanê kiriye.
Barzanî got, “Îro jî piştî heşt dehsalên tijî fedakarî û destkeftiyên mezin, bi heman biryardarî û berpirsiyariya dîrokî, ji bo parastina destkeftiyên destûrî û avakirina paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê têkoşîna xwe didomîne.”
“Divê astengiyan veguherîne derfetan”
Barzanî herwiha behsa rola ku divê PDK di qonaxa pêş de bigire ser xwe kir û tekez kir ku divê yekîtî, pêkvejiyan û hevkarî di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de were xurtkirin.
Barzanî got, “PDK dê her tim di derbaskirina astengiyan û veguherandina wan bo derfetên xizmetkirina welat de pêşeng be” û diyar kir ku divê Partî di vê warê de bibe “hêza pêşeng û xebitîner”.
Tekezî li ser saziyêbûn û pêşxistina rêveberiyê
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku ji bo PDK bikare ezmûna xwe ya 80 salî veguhêze paşerojê, divê xwe li gorî şert û mercên guherbar adapte bike.
Barzanî got, “Divê em xwe bi berdewamî li gorî ruhê serdemê û pêşketinan nû bikin û lezê bidin saziyêbûn û pêşxistina rêveberiyê.”
Barzanî diyar kir ku ev yek ji bo rola PDKê ya di paşerojê de girîng e û Partî dê berdewam bike ku bibe “mîsogeriya bingehîn a mafên rewa yên gelê Kurdistanê û cihê baweriyê”.
Nêçîrvan Barzanî peyama xwe bi pîrozkirina 16ê Tebaxê û bîranîna şehîdên Kurdistanê bi dawî kir.
