Neteweyên Yekbûyî îro bi besdariya nûnerên Îsraîl û Filîstînê dicive
PeyamaKurd – Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî ku bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye, îro Yekşemê li ser şer û krîza navbera Îsraîl-Filîstînê dicive.
Nûnera Daîmê ya Amerîka li Neteweyên Yekbûyê Linda Thomas Greenfield ragihand, Civata Asayişa Navdewletî roja 16ê Gulanê ji bo nîqaşkirina rewşa Îsraîl û herêma Xezeyê wê civîneke vekirî pêk bîne.
Hat zanîn ku nûnerên Filistîn û Îsraîlê jî di civîna îro ya Asayişa Navdewletî de beşdar dibin.
Şer û aloziya navbera Filistîn û Îsraîlê ji roja 10ê Gulana 2021ê ve berdewam dike ku be sedema ser taxa Şêx Cerrah di navbera aliyan alozî derketiye.
Hemas bi moşekan êrîşên ser Îsraîlê berdewam dike û Îsraîl jî bi giranî binke û baregehên Hamasê û komên Filistînê bombebaran dike.
Heta niha ji herdu aliyan 10 hemwelatiyên Îsraîlê jî di nav de bi kêmî 146 kes jî ji Filistîniyan hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin