Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Em ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî vekisiyan

06 sibat 2025 13:02
Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Em ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî vekisiyan

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihand ku welatê wî ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) vekişiyaye…

Saar di peyama xwe ya ji hesabê xwe yê Xê de diyar kir ku wan biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya vekişandina welatê xwe ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî pêşwazî kirine.

Saar bi îdiaya ku UNHRC "bi awayekî fikirsabitî Îsraîla ku yekane demokrasiya li Rojhilata Navîn e, şeytanî dike", û meclîs bi "antîsemîtî" tawanbar kir.

Saar ragihand ku bi îdiaya ku Îsraîl hatiye cudakirin, ji konseyê vekişiyane.