Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Em ji bo saristaniya Rojava ser dikin

24 adar 2025 18:27
Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Em ji bo saristaniya Rojava ser dikin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li Qudsa Rojava li gel Komîserê Bilind ê Karên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas ku serdana Îsraîlê dike, di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî.

Saar diyar kir ku YE şirîkê bazirganiyê yê sereke yê Îsraîlê ye û weha got:

 “Nirxên hevpar, berjewendî û dîrokeke hevpar a ku hin ji wan biêş in, lê dem bi dem nakokiyên wan jî hene.”

Saar got:

“Îsraîl ji bo YEyê destkeftiyeke stratejîk e û şerê wan ê li dijî Îran, Hûsî, Hemas û Hizbullahê ji bo şaristaniya Rojava ye, li herêmê.”

Saar, diyar kir ku Îsraîlê teklîfa agirbesta li Xezeyê ya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff qebûl kir, lê Hemasê ev yek red kir û îdia kir ku “Dibe ku sibe bi serbestberdana girtiyên Îsraîlî yên li Xezeyê, bêçekkirina Xezeyê û vekişîna endamên çekdar ên Hemas û Cîhada Îslamî ji wir biqede.”

Saar amaje bi astengkirina alîkariyên mirovî yên Îsraîlê bo Gazzeyê jî kir û got, 

“Hemas hêza xwe ji alîkariyên mirovî digire û ji ber wê jî welatê wî li gorî qanûnên navdewletî tevdigere.”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku Îsraîl ew ê bi fermana kevin a belavkirina alîkariyê li Xezeyê dewam neke û wê sîstemeke ji berê cudatir ava bikin, lê tu agahî neda.

Saar li ser pirseke der barê bandora Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê de jî got, 

 

“Em naxwazin li Sûriyeyê û li cihekî din bi Tirkiyeyê re rû bi rû bimînin.”

Saar li ser pirseke ku Îsraîl li ser îhtimala kontrolkirina tam ya leşkerî ya Xezeyê bi Amerîkayê re gotûbêj kiriye yan na, Saar got ku hîna ev mijar ji aliyê hikûmetê ve nehatiye çareserkirin.