Sanda Rojava li Fînlandayê bi wezîrê derve re civiya

01 sibat 2020 00:20
Sanda Rojava li Fînlandayê bi wezîrê derve re civiya

PeyamaKurd - Şanda Rêveberiya Xweser ji hevserokê Têkiliyên Derve Dr. Ebdulkerîm Umer, hevserokê Meclîsa Rêveber a herêma Cîzîrê Nezîra Gewriyê, cîgirê hevserokatiya Têkiliyên Derve Fener El-Giêt û nûnerên Rêveberiyê Xweser a dewletên Scandinavian Şiyar Elî pêk tê, serdana welatê Fînlandayê kir.

Şanda Rojava bi Wezîrê Karê Derve yê Fînlanda Becca Haavisto re civiya ku hat ragihandin, şanda Rêveberiya Xweser girîngiya bi dawî kirina dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê, derbasbûna hêzên parasatina aştiya navdewletî û vegera ewle ya koçberan bi rayedarên Fînlandî re parve kir.

Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê, şandê diyar kiriye ku siyaseta dewleta tirk a guhertina demografîk û qirkirina etnîkî li herêmên dagirkirî berdewam e û bi taybet jî bal kişandiye ser rewşa koçberan û neşandina alîkariyên mirovî piştî biryara Neteweyên Yebûyî ya girtina deriyê sînor ê Til Koçerê.

Herwiha şandeya Rojava ji rayedarên Fînlanda daxwaz kiriye, rola xwe ya çareseriya siyasî li Sûriyê bilîzin û ji bo beşdarkirina nûnerên Rêveberiya Xweser di proseya siyasî de bixebitin.

Derbarê mijara girtiyên DAIŞê û malbatên wan, şandeyê xwest ku civaka navdewletî bi rêveberiyê re li ser darizandina çeteyan bibe alîkar.

Wezîrê Karê Derve yê Fînlanda jî nerazîbûnê xwe ji ber êrîşên Tirkiyê li ser herêmê nîşan da û got: “Bi destpêkirina êrîşan re Fînlanda firotina çekan ji bo Tirkiyê qedexe kir û em li dijî guhartina demografîya herêmên ne.”