Sanda Wezareta Derve ya Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê bi Mezlûm Ebdî re civiya

14 mijdar 2021 15:04
Sanda Wezareta Derve ya Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê bi Mezlûm Ebdî re civiya

PeyamaKurd – Şandeke ji Wezareta Derve ya Amerîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civiya.

Hat ragihandin ku şanda Amerîkî gotiye, “Divê pabendî peymana agribestê bibin û şer li Sûriyê were rawestandin.”

HSDê derbarê serdanê de daye xuyakirin, berpirsên ji Wezareta Derve ya Amerîkayê bi serokatiya cîgirê alîkarê wezîrê derve yê karûbarên Rojhilata Jêrîn Ethan Goldrich bi fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re civiyaye û her du aliyan civîneke demdirêj pêk anîne ku zêdetir behsa rewşa dawî ya li herêmê û Sûriyê kirine.

Şanda Amerîkî piştrast kiriye, divê pabendî lihevkirina agirbestê bibin û şer li seranserî Sûriyê were rawestandin û DAIŞ were tunekirin.

Herwiha aliyan behsa zehmetiyên ewlehî û aborî li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûrî kirine.

Hat diyarkirin awayê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û bihêzkirina aborî û binesaziyê hatiye gotûbêjkirin da ku aramî û ewlehî li herêmê pêk were.