Sanda Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Ermenistanê re civiya

16 gulan 2021 13:57
Sanda Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Ermenistanê re civiya

PeyamaKurd – Şanda Herêma Kurdistanê ya bi seroktiya Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanê di serdana xwe ya Ermenistanê de, bi Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ara Ayvazyan re hevdîtin pêk anî.

Nivîsgeha Wezareta Derve ya Ermenistanê bi daxuyaniyekê ragihand, di hevdîtinê de mijarên bihêzkirina dostaniya navbera civakên kurd û ermen, pêşhatên herêmî û navnetewî û mijarên parastina mîrateyên dîrokî û olî li Rojhilata Navîn hatine axaftin.

Herwiha hat diyarkirin ku di hevdîtinê de, li ser zêdekirina hevkariya navbera Ermenistan û Kurdistanê û destpêkirina seferên yekser di navbera herdu welatan de li hev kirine.

Qubad Talebanî beriya wê hevdîtinê jî ligel cîgirê serokwezîrê Ermenistanê û Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê yê Ermenistanê re jî li ser pêşvebirina pêwendiyan civiya.

Hat zanîn ku di hevdîtinan de rewşa Kurdên Ermenistanê û rewşa Ermeniyên li Kurdistanê jî di civînan de hatiye gotûbêjkirin.