Nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê bi pêsengiya Neteweyên Yekbûyî civiyan
PeyamaKurd – Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Taybet bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, îro 26ê Gulanê li Herêma Kurdistanê bi nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê re civiya.
Hat ragihandin ku di civîna bi pêşengtiya NY 3 demjimêran dom kiriye û ji bilî proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, li ser rewşa dawî ya Iraqê û rewşa Hewlêr û Silêmaniyê gotûbêj hatin kirin.
Di civîna ku bi vexwendina Nûnera Taybet a NY Jeanine Hennis-Plasschaert hat sazkirin de, ji PDKê Fazil Miranî, ji YNKê Bafil Talebanî, ji Nifşê Nû Bedriyeh Îbrahîm, ji Tevgera Goran Emer Seyîd Elî, ji Tevgera Dadwerî (Komel) Elî Bapîr û ji Yekgirtû jî Selahaddîn Babekir beşdarî kirin.
Plasschaert, beriya niha ji bo vê civînê gotibû, “Du bijarde li pêşiya Herêma Kurdistanê ne. Divê di qada siyasî de ji her kesî re vekirîbe. Nebûna yekîtiyê zirar daye Herêma Kurdistanê. Divê dawî li dubeşkirina Herêma Kurdistanê ya wekî herêmên zer û kesk were anîn.”
Herwiha Plasschaert li ser hewldanên avakirina hikûmeta Iraqê jî dabû xuyakirin, “Li Iraqê di nav aloziya siyasî de, rêz li madeyên destûrê nehat girtin. Divê gendelkar bên cezakirin. Lazime siyasetmedarên Iraqê vê rewşê çareser bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin