Li Tirkiyeyê herî zêde kîjan partiyên siyasî endam hene?

01 tîrmeh 2026 17:03

Hejmara partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê weke 189 hat eşkerekirin. Hat ragihandin herî zêde endamên AK Partiyê hene û ev partî di rêza yekem de cih digire.

Li Tirkiyeyê herî zêde kîjan partiyên siyasî endam hene?

RûpelNews - Saziya Daraza Bilind hejmara partiyên siyasî yên çalak ku her sal di mehên Çîle û Tîrmehê de eşkere dike belav kirin.

Li gorî hejmarên fermî yên ku hatine weşandin, hejmara giştî ya partiyên siyasî yên tomarkirî digihîje 189an.

Tabloyên fermî yên hatine weşandin, hejmara endamên partiyên ku koma wan a di Parlamentoyê heye wiha htin rêzkirin:

AK Parti: 11 milyon û 709 hezar û 913 endam 

CHP: 1 milyon 879 hezar û 973 endam 

MHP: 501 hezar û 122 endam

IYÎ Parti: 385 hezar û 25 endam

Saadet Partisi: 374 hezar û 724 endam

DEM Parti: 17 hezar û 60 endam