Partiyên siyasî li ser lêkolîna kuştinên neçareserkirî çi gotin?
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku der barê kiryarên kujerên nediyar de dest bi lêkolîneke berfireh kirin. Aliyên siyasî yên opozîyona Tirkiyeyê yên CHP, DEM Partî û partiye desthilatê AK Parti hemfikirin ku li ser vê meseleye xebateke ciddi bê kirin da ku berpirsên kujer bên darizandin.
RûpelNews - Kiryarên kujerên nediyar anku kuştinên neçareserkirî di rojên dawî de li ser rojeva siyasî ya Tirkiyeyê wek mijareke sereke ya nîqaşê cîh digire. Piştî daxuyaniyên Wezîrê Dadê yê vî welatî Akin Gurlek ev mijar bi germî di rojava Siyasî ya Tirkiyeyê de ye.
Wezîr Gurlek diyar kir wan yekîneyekê damezrandine. Hemû dozên kuştinên çaresernebûyî, tevî yên ku berê hatibûn girtin, yek bi yek tên vekolîn. Ew ê ji nû ve bên nirxandin da ku kêmasî an nakokiyên heyî bên tespîtkirin.
Piştî vê daxuyaniyê hat ragihandin ku di nav Wezareta Dad de Rêveberiya Lêpirsîna Sûcên Neçareserkirî hatiye damezrandin.
Parlamenterên hem ji partiya desthilatdar û hem jî ji partiyên opozîsyonê, ji peyamnerê RupelNewsê Ercan Dag re ragihandin ku ew bi awayeke erênî nêzîkî vê mijarê dibin û divê xebat bên kirin.
Parlamenterê CHPê Înan Akgun Alp: Birîneke civakî ye
Parlamenterê CHPê yê Qersê Înan Akgün Alp ku banga avakirina komîteyeke lêpirsînê ya parlamenê ji bo lêkolînkirina hemû kuştinên neçareserkirî kiribû, di wê baweriyê de ye ku ev xebat ji bo aştiya di navbera dewlet û civakê de bingehîn e.
Alp, kiryarên kujerên nediyar wekî 'birîneke civakî' bi nav kir û diyar kir, li Tirkiyeyê, ku ev hestiyarî bi salan e lê berdewam dike, ji bo cibîcikirina aştiyeke mayînde di navbera dewlet û civakê de divê karbidestên fermî yên ku hêza dewletê bi kar anîne, bi awayekî sîstematîk hin kuştinan pêk anîn, divê bên eşkerekirin.
Alp bal kişand ser kuştinên ku ji ber sedemên siyasî hatine kirin û got: “Ez hêvî dikim ku ev sebata tê plankirin dibe destpêka serdemeke nû û parlamento bi dilê gel kar bike. Ji ber ku her kuştineke neçareserkirî birîneke li ser civakê ye. Û yên ku ji ber sedemên siyasî hatine kirin, tesir li xelkê kiriye ku wek çavtirsandin, û tepeserkirin.”
"Ev testa samîmiyetê ye ji bo hikûmetê"
Alp wiha axivî: “Em ketine wê serdemê ku li pêş me rûdanên girîng dê xwe bidin der ev mijar di heman demê de ji bo hikûmetê dibe ceribandina testa samîmiyetê. Em li ber guhertinên mezin in. Eger aştiyeke civakî ya rastîn were avakirin, ew ê bi saxkirina birînên ku bi salan e di vê civakê de vekirî ne, pêk were. Ji salên 1990î ve, dewletê di rastiyê de, heta di astên herî bilind de jî tev hemû qebûl kiriye ku li welêt kuştinên neçareserkirî diqewimin. Ji ber vê yekê, em tenê li ser rastiyan hûr dibin. Li rojhilatê vî welatî kuştinên neçareserkirî eger ben kişfkirin wê demê gelé me pê razî dibe.”
Parlamenterê DEM Parti Sirri Sakik: Bi salan e em diqîrin
Parlamenterê DEMê yê Agiriyê, Sirri Sakik diyar kir ku ew girîngiyê dide daxuyaniyên Wezîr Gurlek ên derbarê çareserkirina kuştinên neçareserkirî de û got: "Bi rastî, em van sûcdarên kuştinê pir baş nas dikin. Lê di çavê raya giştî de, ew wekî 'kuştinên neçareserkirî' tên naskirin. Û em bi salan e li ser van kuştinên neçareserkirî diqîrin. Rastî ev e, sûcdarên van kuştinên neçareserkirî yên li herêmên Kurdî tên zanîn. Lê ji ber ku ev kuştin li dijî Kurdan hatine kirin, hemû hatine veşartin."
“Ew ên ku 9 kes zindî şewitandin hatin berdan"
Sirri Sakik da zanîn di arşîvên dewletê de di navbera 17 hezar û 500 û 20 hezar kuştinên neçareserkirî tomarkirî hene. Sakik kuştinên li bajarên Kurdan rû dan bi bir anî, û lê zêde kir:
“Ji ber ku me carinan ev mijar anîn holê, ew ên ku di kuştinên neçareserkirî yên wê serdemê de rolek lîstibûn—di nav wan de yên ku hatin û gundê min şewitandin, û yên ku neh kes li Vartinisê zindî şewitandin—hemû bi demê re hatin berdan. Lêbelê gelê tevahiya herêmê, hemû saziyên dewletê, û heta dozger bi xwe jî gotin ku ew kujer in. Ji ber ku me ev mijar anîn holê, wan li parlamentoyê li dijî me dozên tezmînatê vekirin. Hê jî doz berdewam dikin."
"Gelek malbat li hêviya dîtina kevirên gorên xwe ne”
Sakik tekez kir ji bo aştiyeke mayînde li welêt, divê kuştinên neçareserkirî ji arşîvên fermî werin derxistin û berpirs bo dadgehê werin radestkirin. Sakik wiha dewam kir:
"Eger ev welat bixwaze bi dîroka xwe re li hev bike, eger bixwaze aştiya xwe ava bike, li ku derê di vî welatî de zilm hatiye kirin, li ku derê sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin û ev erkê dewletê ye, erkê wê yê sereke ye divê rûbirûyî rabirdûyê bibe û dawî li van zilm û zordariyan bîne. Gelek malbat hene ku heta kevirê gorên kesûkarên wan jî tune ne. Jİ bo aştiya civakî divê em van meseleyan çareser bikin.
Sakık diyar kir ku wan berê li parlamenê derbarê mijarê de gelek pêşniyarên lêpirsînê pêşkêş kirine û dê careke din jî vî tiştî bikin.
Parlamenterê AK Parti Galip Ensarioglu: Hejmara dozên neçareserkirî hama hama nemaye
Parlamenterê AK Parti yê Diyarbekirê Galip Ensarioglu amaje pê kir ku dosyayên têkildarî kuştinên neçareserkirî heta îro her tim hatine lêkolînkirin û got, "Hemû dozên ku neçareserkirî mane dê bi hişmendiyeke hê mezintir bên lêkolînkirin."
Ensarioğlu îdia dike ku hejmara dozên neçareserkirî li gorî berê kêm bûye û whip axivî: “Zemanê beer di salan 1990’i de , kamerayên mobese, telefonên desta tunebûn û şopandina cihê ne mimkun bû lê îro bi saya qeydên mobese û telefonên desta, hejmara dozên neçareserkirî niha hema hema nemaye.”
Ensarioğlu diyar kir ku xebata ku dê di nav Wezaretê de li ser vê mijarê were kirin, bi pêvajoya berdewam a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî ve ne girêdayî ye.
"Divê dewlet ti dozê bêçareser nehêle"
Ensarioglu diyar kir eger pêşniyarek ji bo avakirina komîteyeke lêpirsînê ya li ser mijarê li meclîsê were pêşkêşkirin, ew ê helwesteke erênî bigirin û wiha got: "Divê dewlet ti dozên çaresernekirî li paş nehêle. Eger bûyerek çêbibe, divê dewlet bikaribe sûcdar diyar bike û wan kesin bine ber dadgehê.”
