Qada esmanî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê 72 saetên din girtiye
Desthilata Firokevaniyê ya Sivîl a Iraqê ragihand ku girtina qada esmanî ya welat ji bo 72 saetên din hatiye dirêjkirin. Bi vî biryarê re, hejmara dirêjkirina girtina esmanê Iraqê gihîşt 10 caran.
RûpelNews - Di daxuyaniya fermî ya Desthilata Firokevaniyê ya Sivîl a Iraqê de hat diyarkirin ku "girtina qada esmanî ya Iraqê li hemberî hemû firokeyan heta roja 25ê Adarê saet 12:00ê nîvro hatiye dirêjkirin."
''Rewş tê nirxandin''
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî nirxandinên nû yên rewşê, dê biryar bê dayîn ku gelo firoke dê dest bi firînê bikin an na, an jî dê dema girtinê bê dirêjkirin.
"Parastina rêwî û firokeyan"
Li gorî daxuyaniyê, ev biryar li ser esasê nirxandinên ewlehiyê yên têkildarî pêşketinên li herêmê hatiye girtin. Armanca vê biryarê, parastina ewlehiya rêwî û firokeyên sivîl a li hemberî her cure xeteriyên di dema nakokiyên leşkerî yên li herêmê de ye.
Qada esmanî ya Iraqê ji 28ê Sibata 2026an ve li hemberî hemû firokeyên hatin û çûnê girtî ye û ji wê demê ve heta niha, 10 caran ev biryar hatiye dirêjkirin.
