Neteweyên Yekbûyî nûnerên nû bo ‘Libya û Rojhilata Navîn’ destnîsan kirin

16 berfanbar 2020 21:21
Neteweyên Yekbûyî nûnerên nû bo ‘Libya û Rojhilata Navîn’ destnîsan kirin

PeyamaKurd - Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, piştî ku Konseya Ewlekariyê pesend kir, Nîkolay Mladenov û Tour Winsland wekî nûnerên taybet ji bo Libya û Rojhilata Navîn erkdar kirin.

Hat ragihandin ku Konseya Ewlekariyê ya NY doh 15ê Kanûnê Antonio Guterres raspart ku her du nûnerên nû bo Libya û Rojhilata Navîn erkdar bike.

Nûnerê Libyayê yê NY Xesan Selamê yê lubnanî ji ber tenduristiyê karê xwe berdabû û li şûna wî dîplomatê bulgarî Nîkolay Mladenov hat erkdarkirin.

Nîkolay Mladenov ê 48 salî ji sala 2015an ve nûnerê NY bû û Tour Winsland ê 68 salî ji bo nûnertiya Rojhilata Navîn li şûna wî hat erkdarkirin.

Tour Winsland niha jî wek nûnerê taybet ê Rojhilata Navîn ligel hikumeta Norwêcê kar dike.