Serok Barzanî: Ji bo kurd û Kurdistanê biryardariyeke hevpar şert e
Serok Mesûd Barzanî tekezî li ser girîngiya biryardariyeke hevpar ji bo paşeroja gelê kurd û parastina destkeftiyên Kurdistanê kir. Barzanî destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkên siyasî û civakî tenê bi rêya yekîtî, diyalog û hesteke berpirsiyariya hevpar mimkun e.
RûpelNews - Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi Serokatiya Serok Mesûd Barzanî civiya.
Di civînê de bûyerên dawî yên herêmê û mijara meaşên karmendan hatin gotûbêjkirin.
PDKyê piştgiriya xwe ji bo Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydî eşkere kir.
Civîna berfireh a Komîteya Navendî ya PDKyê îro bi beşdariya Alîkarên serok, endamên komîteyê û berpirsên liqan hat lidarxistin.
PDKyê piştî civînê daxuyaniyek belav kir û encamên civînê bi raya giştî re parve kirin.
Bandora şerê Amerîka û Îranê
PDKyê ragihand ku şerê Amerîka û Îranê yê ku sibata îsal dest pê kiribû zerereke mezin daye Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî agirbestê jî êrişên mûşek û dronan ên li ser Herêma Kurdistanê didomin.
Di encama van êrişan de gelek kes şehîd û birîndar bûne û zerereke mezin a madî çêbûye.
Her wiha ji ber êrişên li ser şirketên petrolê binesaziya enerjiyê zerer dîtiye û hilberîna petrolê rawestiyaye.
PDKyê destnîşan kir ku ev yek hem ji bo Herêma Kurdistanê hem jî ji bo Îraqê ziyaneke mezin e.
Piştgiriya ji bo Elî Zeydî
Komîteya Navendî ya PDKyê anî zimên ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina meaşan tim rêya diyalogê hilbijartiye.
PDKyê eşkere kir ku ew piştgiriyê didin kabîneya nû ya bi serokatiya Elî Zeydî.
Ew hêvî dikin ku peymana li gel Çarçoveya Hevahengiyê were bicihkirin û meaşên karmendan di dema xwe de werin şandin.
Her wiha PDKyê da zanîn ku ew piştgiriyê didin pêngavên Serokwezîrê Îraqê yên ji bo rûbirûbûna gendeliyê û vegerandina samana welêt.
Destpêşxeriya Serok Barzanî
Di civînê de behsa destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî ya di Cejna Qurbanê de jî hat kirin.
PDKyê eşkere kir ku ji bo bicihkirina vê destpêşxeriyê komîteyekê dest bi dan û standinên bi aliyên siyasî re kiriye.
Armanc ew e ku dawî li asêbûna siyasî ya li Herêma Kurdistanê were anîn û pirsgirêk li ser maseya diyalogê werin çareserkirin.
Piştgiriya ji bo Serok û Serokwezîrê Herêmê
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku çareseriyên aştiyane li ser bingeha destûrê werin dîtin.
Komîteya Navendî ya PDKyê destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin gavên Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku li ser kar û barên navxweyî yên partiyê jî biryarên nû hatine wergirtin û dê di demên pêş de gavên pêwîst werin avêtin.
