Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê beşek ji çareseriyê ye

22 îlon 2026 16:07

Serok Mesûd Barzanî di civîneke bi şandeyeke Senatoya Fransayê re, geşedanên li herêmê nirxandin û diyar kir ku Herêma Kurdistanê ti carî di alozî û pevçûnên li herêmê de alîgirî nekiriye û lê zêde kir, "Ew her tim beşek ji çareseriyê bûye."

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê beşek ji çareseriyê ye

RûpelNews - Serok Barzanî di 22ê Îlonê de li Pîrmamê pêşwaziya şandeyê kir, ku endamên Senatoya Fransayê Rémi Féraud û Olivier Bitz tê de bûn. Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê, Balyoz Emmanuel Mignot, jî beşdarî hevdîtinê bû.

Li gorî daxuyaniyeke Ofîsa Barzanî, di civînê de rewşa siyasî ya li herêmê û geşedanên dawî hatin gotûbêjkirin.

Barzanî bal kişand ser helwesta Herêma Kurdistanê ya li ser nakokiyên herêmî û diyar kir, "Herêma Kurdistanê tu carî nebeşek ji alozî û şerên li herêmê bûye û her dem beşek ji çareseriyê bûye."

Giringî li ser peywendiyên dîrokî yên bi Fransayê re

Di heman demê de, têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de jî di civînê de hatin gotûbêjkirin. Şandeya fransî li ser rola Barzanî di têkoşîna Kurdan de, her wiha li ser damezrandina saziyên Herêma Kurdistanê, rêveberiya hêzên Pêşmerge û rola wan di şerê li dijî DAIŞê de şîrove kir.

Barzanî, ji aliyê xwe ve, amaje bi dîroka têkiliyên Fransayê yên bi Kurdan re kir, rola Fransayê di pesendkirina Biryarnameya 688 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de di sala 1991an de, piştgiriya ku li dijî DAIŞê ji Pêşmergan re hatiye kirin, û serdanên Serokê berê François Hollande û Serok Emmanuel Macron bo Herêma Kurdistanê bi bîr anî.

Peyama piştgiriyê ji bo hikûmeta Iraqê

Serok Barzanî, derbarê rewşa siyasî ya li Iraqê de, diyar kir ku piştgiriya wan ji bo Serokwezîrê Iraqê wekî xwe berdewam e.

Barzanî diyar kir ku ew ê di pêkanîna destûrê û xistina prensîbên 'hevparî, lihevkirin û hevsengiyê' di pratîkê de, her wiha di parastina saziyên dewletê û aramiyê de, piştgiriya Serokwezîrê Iraqê bikin.