Baregeha Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşek ji vî şerî ye
Baregeha Barzanî êrîşa dronî ya ku berbanga Duşemê, 17ê Tebaxa 2026an li Pîrmamê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Serokê Ajansa Parastinê kir armanc, bi tundî şermezar kir.
RûpelNews - Baregeha Barzanî derbarê êrîşên dronî yên ku berbanga roja Duşemê li Pîrmamê hatin kirin daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîş ji aliyê sînorê Îranê ve hatiye kirin û Nivîsîngeha Serokwezîr û mala Serokê Ajansa Parastinê li Pîrmamê hatiye armancgirtin.
“Herêma Kurdistanê ne beşek ji vî şerî ye”
Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Herêma Kurdistanê ti carî ne beşek ji şer û aloziyên heyî yên li herêmê bûye.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Herêma Kurdistanê ti carî beşek nebûye ji vî şer û aloziya ku li navçeyê heye û ev cure êrîşên ne rewa yên ku ti hincetekê hilnagirin, hewldan e bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê.”
Baregeha Barzanî herwiha destnîşan kir ku bikaranîna dron û mûşekan nikare bibe rêya çareserkirina pirsgirêkan.
