Belgefîlma "Em Zongav in" xelata yekemîn li Bexdayê bi dest xist
Belgefîlma bi navê "Em Zongav in" (We Are the Marshes) xelata yekemîn di beşa fîlmên kurt de li pêşbirka "Bi çavên ciwanan" (Through Young Eyes) li Bexdayê bi dest xist. Ev kurtefîlm berhema kompanyaya Multimedia Agency ye û ji aliyê derhêner Dêrsim Oremar ve hatiye amadekirin.
RûpelNews - Fîlm bandora astengiyên jîngehî li ser zongavan (Ehwaran) û her wiha peywendiya kûr a di navbera mirov, ax û nasnameyê de nîşan dide. Li gor rêxistkeran, ev mijar bû sedema ku fîlm li pêşbirka navborî xelata yekemîn bi dest bixe.
merasîma xelatkirinê li Bexdayê hat lidarxistin
Merasîma xelatkirinê ji aliyê Bernameya Geşepêdana Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNDP Iraq) bi hevkariya Saziya Fîlm a Babîlonê (Babylon Film Foundation) û bi piştgiriya hikûmeta Kanadayê hat rêxistin.
Merasîm di 6’ê Hezîrana 2026’an de li Peymangeha Fransî ya Bexdayê hat lidarxistin.
Di vê pêşbirkê de gelek derhêner ji cûrbecûr herêmên Iraqê bi berhemên xwe beşdar bûn. Berheman çîrokên zongavên Iraqê vedigotin û bal dikişandin ser mijarên wek nasname, guhertina keş û hewayê, jîngeh, rolê jinan û astengiyên civakî.
Oremar: armanca min bal kişandin ser ev pirsgirêka cîhanî bû
Derhênerê fîlmê, Dêrsim Oremar, di daxuyaniyekê de ji bo koordînatorê RûpelNewsê Emin Aba, got ku kêmavî û guhertinên keş û hewayê ne tenê pirsgirêkên herêmî ne, belkî bûne metirsiyek ji bo gelek welatan li seranserê cîhanê.
Oremar got:
"Pirsgirêka kêmaviyê û guhertina keş û hewayê li herêm û li seranserê cîhanê mijareke pir girîng û metirsîdar e. Her wiha, em dibînin ku gelek welat avê wek amûrek siyasî an jî çekekê li hember welatên din bikar tînin. Ev rewş rasterast bandorê li ser jiyana mirovan dike. Min xwest bi vê berhemê balê bikşînim ser vê pirsgirêka cîhanî."
fîlm ji bo festîvalên navneteweyî jî hatiye şandin
Li gor daxuyaniya Oremar, belgefîlma "Em Zongav in" ji ber mijara xwe ya nûjen û girîng ji bo gelek festîvalên herêmî û navneteweyî hatiye şandin.
Derhênerê fîlmê hêvîdar e ku ev berhem di qonaxên din de jî serkeftinên nû bi dest bixe.
