Muzexaneya Dêrsimê bo xelata bi prestîj a Ewropayê namzed e
Hat ragihandin ku Muzexaneya Dêrsimê ji bo Xelata DASA ya 2026an a ku yek ji xelatên herî bi prestîj ên muzeyan li Ewropayê tê dîtin wek namzed hat destnîşankirin.
RûpelNews - Wezîrê Çand û Tûrîzmê yê Tirkiyeyê Mehmet Nuri Ersoy li ser hisaba xwe ya medyaya civakî der barê Muzexaneya li Dêrsîmê daxuyaniyekê belav kir
Ersoy ragihand Muzexaneya Dêrsimê ji bo Xelata DASA ya 2026an ku wek yek ji xelatên herî bi prestîj ên muzeyan li Ewropayê tê dîtin hat namzedkirin.
Ersoy da zanîn ku Muzexaneya Dêrsimê berê weke baregeheke leşkerî dihat bikaranîn piştî restorasyonê ghişti statûya xwe ya îro ku wek muzexane tê bikaranîn.
Xwediyê Xelata DASA ya 2026an dê di civîna salane ya Akademiya Muzexaneyan a Ewropayê de ku dê di navbera 24-26ê Îlonê de li Alicante ya Îspanyayê were lidarxistin, were ragihandin.
Xelata DASA çi ye?
Xelata DASA ku ji aliyê EMAyê ve tê dayîn, wek yek ji xelatên muzexaneyên herî bi prestîj ên Ewropayê tê nasîn ku pîvanên wê yên nirxandinê li ser çalakiyên perwerdehiyê yên muzeyan, derfetên fêrbûnê û serpêhatiya serdanvanan a ku ew pêşkêş dikin, hûr dibin.
