Navenda Lêkolînên Kurdistanê 11 pirtûkên li ser Kurdan belav kirin
PeyamaKurd - Navenda Dokumênt û Lêkolînên Akademîk a Kurdistanê 11 pirtûkan bi zimanê Kurdî, Erebî û Farisî belav kirin ku piraniya wan ji lêkolînên zanistî û belgenameyê di arşîvan de pêk tê û peywendîdar in bi dîroka siyasî, ayinî û rojnamevanî ya gelê Kurd.
Li gor daxuyaniya Navenda Dokumênt û Lêkolînên Akademîk a Kurdistanê ya li ser medya civakî, ew pirtûk bi piştevaniya Zanîngeha Silêmaniyê hatine amadekirin û çapkirina wan di qonaxa dawîn de ye û tê gotin, “Dê bên pêşkêşkirin bo xwînerên Kurd derbarê çand, dîrok û belgenameyên peywendîdar bi Kurdan.”
'Navê pirtûkên ku hatine belavkirin û nivîskarên wan wiha ne'
- Rewşa Civakî ya Bajarê Kerkûkê (1922- 1975) ji aliyê Dilşad Mehmûd Ebdulrehman ve hatiye nivîsîn
- Hewlêrê Li Serdema Osmaniyan ji aliyê Aştî Rehman Bekir ve hatiye nivîsîn.
- Bîranîn û Dadperwerî (16/3 ji bîranên Helebçeyiyan) ji aliyê Hewraman Ferîq Kerîm ve hatiye nivîsîn.
- Xaneqîn Di Belgenameyên Îranê De ji aliyê Karwan Osman Xeyat ve hatiye amadekirin û ji aliyê Cotyar Nerîman ve hatiye wergerandin.
- Rojnameya Baserre ji aliyê Hogir Star Qemerî û Bextiyar Şerîf Qurbanî ve lêkolîn û amadekirina wê hatiye pêkanîn.
- Rol û Pêgeha Hacî Babeşêxî Seyadet Di Rûdanên Civakî û Siyasî li Kurdistanê ji aliyê Seyid Ebdulrehman Seyadet ve hatiye nivîsîn.
- Bîblografiya Nameyên Mela Ebdulkerîmê Muderrîs ji aliyê Ednan Ebdulqedir Hewramî ve hatiye amadekirin.
- Cotkarî û Xurek Li Herêmên Çiyayî Di Sedsala (çarem a koçî/ dehem a zayînî) De ji aliyê Soran Beha Ehmed ve hatiye nivîsîn.
- Pirtûka ‘Zanayên Navdarên Kurd û Pirtûkên Wan ên Giring Di Sedsalên 6 û 7 û 8 ên Koçî de’ ji aliyê Salih Emîr Ezîz ve bi zimanê Erebî, herwiha pirtûka ‘Ol û Mezheb û Bîr û Bawerî li Kurdistanê di Serdema Naverast a Îslamê de’ ji aliyê Yasîn Teha Mihemed ve bi zimanê Erebî hatiye nivîsîn.
- Herwiha ‘Siyaseta Îranê Derbarê Kurdan De’ jî ji aliyê Herdî Mehdî Mîke ve bi zimanê Farisî hatiye amadekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin