Misir, ji gihandina alîkariya Xezzayê raziye

16 adar 2024 21:32
Misir, ji gihandina alîkariya Xezzayê raziye

PeyamaKurd – Dewleta Misrê ji ber ku alîkarî di rêya deryayê de digihînin Xezzayê raziye û bang li Îsraîlê kir ku di deriyan de zahmetiyan ji bo çûna alikariyan dernexe. Berdevkê wezareta karên derve yê Misrê Ahmed Ebu Zeyd ragihand ku temamê xebatên ku drama li Xezzayê sivik dikin teqdîr dikin û kesên ku hêsankariyê dikin alîkariyê ji wan re sipasiya xwe kir.

Berdevk Ahmed Ebu Zeyd di ragihandina nivîskî de li ser Kibrisa Rûman de ji lîmana Larnakayê desteka ku di ser deryayê de diçe Xezayê şirove kir. Ebu Zeyd got:

“Misir temamê xebatên ku êşa Xezzayê sivik dikin teqdîr dike. Sipasiya wan kesan dikim ku hêsankariyê dikin xebata alîkariyê. Alîkariya ku ji hewa de datînin Deriyê Refahê û Xezzayê ji bo bigihînin ciyên wan ji destê me çi tê em dikin.”