Encûmena Asayîsa Navdewletî li ser dirêjkirina dema mekanîzma gihandina alîkariyan li hev kir
12 tîrmeh 2022 16:03
PeyamaKurd – Endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî, di derbarê dirêjkirina dema mekanîzma gihandina alîkariyên mirovî ji aliyê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê de li hev kirin.
Li gor ajansa “Frans Press” diyar kir, 15 endamên Encûmena Asayişa Navdewletî li ser dirêjkirina mekanîzmaya gihandina alîkariyên mirovî li ser sînorê Sûriyê ji bo 6 mehan li hev kirin.
Herwiha ajansê ji zarê dîplomatan eşkere kir, lihevkirin li gorî daxwaz û pêşniyarên Rûsyayê hat kirin.
Welatên endamên Encûmena Asayişê, li ser vê lihevkirinê biryar e îro Sêşemê deng li ser projebiryara ku ji aliyê Îrlanda û Norwêcê ve hatiye pêşkêşkirin û guhertin tê de hatiye kirin, bidin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Encûmena Asayîsa Navdewletî li ser rewsa Sûriye û Hesekê civiya
28 rbn 2022
Jiyan
Encûmena Asayîsa Navdewletî, civîna awarte dike
08 cot 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin