Parasûtên alîkariya Xezzayê venebûn û gelek kes di bin wan de mirin û birîndar bûn
04 gulan 2024 02:22
PeyamaKurd – Paraşûtên alîkariyê yên ji bo Xezayê xwarinê dibirin, dema ji hewa de avêtin jêr, gelek ji wan paraşûtan venebûn û kesên li jêr li benda paketên alîkariyê bûn, paket ketin ser wan. Di ketina paketan de gelek kes di bin wan de mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê yekîneya parastina sîvîl yê Xezzayê Mahmud Basal di daxwuyaniya xwe ya nivîskî de got ku paraşûtên ji balafiran avêtin jêr û di wan de paketên xwarinê hebûn, venebûne.
Basal, negot bê paraşûtên ku venebûne ji balafirên kîjan welatê hatin avêtin û rêjeya mirî û birîndaran jî neda.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Misir, ji gihandina alîkariya Xezzayê raziye
16 adr 2024
Jiyan
Amerîka ji hewayê de alîkariya mirovî da Serîda Xezzayê
02 adr 2024
Cîhan
Weqfa Alîkariyê ya Barzanî alîkariya gelek malbatan kir
29 rbn 2025
Koçber
Wê YE bi nirxê 100 hezar Euro alîkariya mexdûrên lehiyê bike
24 brf 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin