Mezlûm Ebdî û Fermandarê Gistî yê CENTCOMê civiyan
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) yê nû dest bi kar kiriye Michel Erik Kurilla civiyan.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî derbarê hevdîtina xwe ya ligel Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ya ji bo Rojhilata Navîn (CENTCOM) Michael Erik Kurilla de daxuyaniyek belav kir.
Mazlûm Ebdî di parvekirina xwe ya ser hesabê xwe yê Twitterê de li ser hevdîtina ligel Kurilla got ku ew li ser mijarên herêmê axivîne û wiha pê de çû:
“Em şanaz in ku me pêşwaziya Fermandarê CENTCOMê Kurilla kir. Me bi fermandar Kurilla re li ser operasyonên hevpar ên li dijî DAIŞê û li ser ewlekarî û aramiya herêmê danûstandineke berfireh û berhemdar kir. Rêveberiya nû ya CENTCOMê soza xwe ya ji bo parastina aramiyê li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dupat kir."
We were honored to receive @CENTCOM Cmdr. Gen. Kurilla and discuss shared issues, including regional stability & security and joint action against ISIS, extensively and fruitfully. The new leadership affirmed its commitment to protecting security & stability in NE Syria. pic.twitter.com/PnMEb6YKJS
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) April 14, 2022
Hêjayî bibîrxistinê ye, Michael Erik Kurilla piştî ku General Kenneth McKenzie xanenişîn bû, posta Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) 3yê Nîsanê wergirtibû û dest bi kar kiribû.
General Michael Erik Kurilla beriya dest bi kar bike di Kongreya Amerîkayê de, pesnê hêzên Kurd û Pêşmerge dabû û gotibû, “Sala 2004 di serdana xwe ya yekem a Iraqê de û herî dawî jî di sala 2014an de di şerê li dijî DAIŞê de ez bi wan re xebitîm. Min dît ku ew hevbeşên gelek cihê baweriyê û jêhatî ne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin