Mezlûm Ebdî û Fermandarê CENTCOMê Kurilla li Rojavayê Kurdistanê civiyan
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li Rojavayê Kurdistanê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Kurilla û şanda ligel wî kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) eşkere kir, di civîna di navbera her du aliyan de behsa operasyonên leşkerî û zêdekirina hevkariyên hevpeymaniya navdewletî di şerê li dijî DAIŞê de û piştevaniya ji bo aramî û asayîşa herêmê hat kirin.
HSDê da xuyakirin ku metirsiyên zêde yên kampa Holê û girtîgehên ku endamên DAIŞ tê de ne û pêwîstiya bilindkirina asta hewldanên navdewletî û herêmî ji bo vê dosyayê û kêmkirina metirsiya wê di civînê de, hatin gotûbêj kirin.
Herwiha di hevdîtinê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî metirsiyên ewlehiyê yên ku Tirkiyê li ser herêmê çêdike û bi taybet bandora wê li ser hewlên şerê li dijî DAIŞê û dosyeyên Holê û zindanan anî ziman.
n Fermandarê CENTCOMê Michael Kurilla jî nerazîbûnên hêzên leşkerî û saziyên hikûmetê yên Amerîka li hember her êrîşeke Tirkiyê li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin