Fermandarê CENTCOMê naveroka hevdîtina bi Mezlûm Ebdî re eskere kir

16 tîrmeh 2020 18:35
Fermandarê CENTCOMê naveroka hevdîtina bi Mezlûm Ebdî re eskere kir

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth F. McKenzie ku hefteya borî bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re li Rojavayê Kurdistanê civiyabû ragihand ku wê şirîkatiya wan bi HSDê re berdewam bike û diyar kir, wî bi General Mezlûm Ebdî re hevdîtineke gelekî baş kiriye.

Li gorî nûçeya VOAyê General McKenzie di gotarekê de bal kişand ser herêma Rojavayê Çemê Firatê ku di bin kontrola Rûsya û Sûriyê de ye û nîgeraniya xwe bo wan herêman anî ziman û da zanîn ku li wan deveran ji ber ku HSD û leşkerên wan nînin, nikarin mudaxele bikin û got, dahatuyeke bê xwîn li wê herêmê nabe.

General McKenzie li ser serdana xwe ya Rojava got, “Dema serdana min a Rojhilatê Çemê Firatê derfet çêbû bi General Mezlûm Ebdî re hevdîtinê bikim. Min serdana leşkerên me yên li wê derê kir. Min peyama ku wê şirîkatiya me berdewam bide da Mezlûm Ebdî. Bi taybet jî ji bo seranserê Newala Çemê Firatê li dijî DAIŞê tiştên ku em bikin hene.”

Fermandarê CENTCOMê herwiha diyar kir ku mijara kampan û girtîgehên DAIŞê jî hatiye rojeva hevdîtina wî ya bi Mezlûm Kobanî re û got, “Van kampan û girtîgehan yekser em birêve nabin. Lê belê ji aliyê însanî ve fikarên me hene. Ji ber wê jî ji bo xelkê ji cih û warên xwe bûne çi ji destê me bê emê piştgiriyê bidin HSDê.”

McKenzie da zanîn ku ew ji bo herêmên Rojhilatê Firatê yên di bin kontrola HSDê de difikirin hêzeke herêmî ya polîs ava bikin û ji bo perwerdekirina wê hêzê ligel HSDê dixebitin ku hîn ew prose berdewam dike.