Fermandarê CENTCOMê bi Serfermandarê Îsraîlê re civiya
21 sibat 2025 12:12
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla li Amerîkayê bi Serfermandarê Îsraîlê Herzî Halewî re civiya.
Di daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê de hat destnîşankirin ku Kurîlla û Halewî di 19ê Sibatê de li navenda CENTCOMê ya li Tampaya eyaleta Florida ya DYAyê hatin cem hev.
Daxuyaniyê got ku aliyan li ser hevkariyên berevaniyê yên "kûr û mayînde" di navbera her du welatan de, û rewşa niha ya Rojhilata Navîn, ji nav wan rawestandina şer li Lubnanê, agirbesta li Xezzeyê û Hûsiyan li Yemenê gotûbêj kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Mezlûm Ebdî û Fermandarê CENTCOMê Kurilla li Rojavayê Kurdistanê civiyan
20 trm 2022
Cîhan
Mezlûm Ebdî û Fermandarê Gistî yê CENTCOMê civiyan
14 nsn 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin