Nêçîrvan Barzanî bi Serfermandarê Amerîkî re civiya

25 hezîran 2018 04:06
Nêçîrvan Barzanî bi Serfermandarê Amerîkî re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serfermandarê Amerîka Joseph Votel civiyan û di wê hevdîtinê de rewşa deverê gotûbêj kirin.

Li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya Fermandarê giştî yê Fermandariya navendî ya hêzên leşkerî ya Amerîkayê General Joseph Votel kir.

Di civînê de ku hijmareke rayedarên leşkerî û Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, rewşa siyasî û ewlekarî ya deverê û Iraqê hate nirxandin û her du alî derbarê pêngavên ku vê piştî hilbijartinên Iraqê werin avêtin nêrînên xwe diyar kirin û balkêşandine ser bandora Kurd di prosesa avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de.

Di beşeke din a civînê de her du alî tekez li ser pêdiviya dom kirina hemahengiyên leşkerî yên di navbera hêzên pêşmerge, hevpeymanan û Iraqê de kirin bi taybetî di ware nehêştina paşmayiyên DAIŞê de.

Di beşeke din a civînê de şanda Amerîkî tekez li ser vê yekê kir ku hevkariyên leşkerî yên Amerîkayê yên bo pêşmerge berdewam dibin.