Nêçîrvan Barzanî, Tom Barrack û Mezlûm Ebdî civiyan

16 hezîran 2026 18:00

Serokê Herêma Kurdistanê bi Nûnerê Taybet ê Trump bo Iraq û Sûriyeyê û Fermandarê Giştî yê HSDê re civiya.

Nêçîrvan Barzanî, Tom Barrack û Mezlûm Ebdî civiyan

RûpelNews - Nêçîrvan Barzanî got, "Diyalog û lihevtêgihiştina navbera aliyan û parastina mafên kurd û pêkhateyên li Sûriyeyê rêya çareserkirina pirsgirêkan e."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civîneke hevbeş pêk anî.

Hevkariya kurdan û Şamê

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de bipêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha rewşa Sûriyeyê û hevkariya di navbera kurdan û Şamê de hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku welatê wî dê ji bo parastina aştî û aramiyê piştgiriya xwe bidomîne.

Tom Barrack tekez kir ku ew dê ji bo dîtina çareseriyên guncav ên ji bo pirsgirêkên li Sûriyeyê hewldanên xwe bidomînin.

Parastina mafên kurdan

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî ducare kir, "Diyalog û lihevtêgihiştina di navbera aliyan de û parastina mafên Kurdan û pêkhateyan ên li Sûriyeyê, rêya çareserkirina pirsgirêkan e."

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê vê mijarê de amadebûn û piştgiriya Herêma Kurdistanê nîşan da û got ku ew amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina asayîş û aramiyê bibin alîkar.

Bipêşxistina hevkarî û hevahengiya hevpar a ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û pêkanîna asayîş û aramiyeke mayînde li herêmê, mijarên din ên vê civîna sêalî bûn.