Mezlûm Ebdî êrîşa li ser ofîsa Mesrûr Barzanî şermezar kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) Mezlûm Ebdî, êrîşa dronê ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şermezar kir.
RûpelNews - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî derbarê êrîşa ku li navçeya Pîrmam a Hewlêrê li ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bû, bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Ebdî diyar kir ku ew piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê wê dikin û bi tundî êrîşa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir.
"Nayê qebûlkirin û bêexlaqî ye"
Di daxuyaniya xwe de, Ebdî êrîş wekî "neqebûlkirî" bi nav kir û got:
"Em piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê wê dikin û em bi tundî êrîşa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar dikin."
Ebdî êrîş wekî "kiryareke nepejirandî û bêexlaqî" bi nav kir û got ku ew "êrîşek li ser vîna gelê Herêma Kurdistanê û li ser yek ji saziyên bingehîn ên dewleta Iraqê ye".
Li gorî daxuyaniyeke dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, roja Duşemê, ofîsa Mesrûr Barzanî û mala Serokê Ajansa Parastinê bûn armanca du dronên bombebarkirî. Di êrîşan de ti ziyanên canî çênebûn.
