Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi telefonê axivîn û tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û herêmê kir in.
RûpelNews - Ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmetê, di peywendiyê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, bipêşketin û aloziyên herêmê hatin gotûbêjkirin.
Daxuyaniya Hikûmetê wiha ye:
"Îro Duşemê 2yê Adarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peywendiyeke telefonî bi Mezlûm Ebdî re axivî. Di peywendiyê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û pêşhat û aloziyên navçeyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û herêmê bi giştî hat kirin."
