Mesrûr Barzanî sersaxiyê da Mezlûm Ebdî
PeyamaKurd – Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema wefata diya fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî peyameka sersaxiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“ Bo Birêz Mezlûm Ebdî,
Mixabin me nûçeya wefata dayîka we ya rêzdar bihîst. Ez sersaxiyê ji we re dixwazim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin giyanê wê bi biheştê şad bike, aramî û dilnewayiyê bide malbat we ya rêzdar.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin