Ji Barrack daxuyaniya civîna ligel Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed
Nûnerê Amerîka yê Sûriyê Tom Barrack, îro 22yê Çileyê piştî hevdîtina li Hewlêrê ya ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Berpirsa Daîreya Pêwendiyên Derve Îlham Ehmed a Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir.
EuronuNews- Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê got ku hevdîtina bi wan re ji bo wî rûmeteke mezin e û destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriyeke xurt dide proseya entegrasyonê ya ku di peymana 18ê Kanûnê de di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de hatiye diyarkirin.
Barrack da xuyakirin, hemû alî li ser girîngiya parastina agirbesta heyî li hev kirine û bal kişand ser wê yekê ku gava yekem a herî girîng pêkanîna agirbestê ye û di vê çarçoveyê de dê pêngavên avakirina baweriyê di navbera aliyan de werin avêtin.
Dawiyê jî Barack got, ev hewildan ji bo peydakirina îstîkrar û aramiya mayinde li herêmê têne meşandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin