Mezlûm Ebdî: Kurd rêvebiriye dixwazin

15 sibat 2026 13:19

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî li bajarê Munîhê yê Almanyayê li hev civiyan.

Mezlûm Ebdî bi Nêçîrvan Barzanî re civiya: Kurd rêvebiriye dixwazin

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de tekezî li ser "girîngiya berdewamiya diyalog û têgihiştinê ya ji bo çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên li Sûriyeyê" kir.

Barzanî diyar kir ku divê mafên Kurdan û hemû pêkhateyan di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de û di destûra paşerojê de werin parastin.

Mezlûm Ebdî spasiya Serok Barzanî kir

Li gorî daxuyaniyê, Mezlûm Ebdî "spasiyên xwe pêşkêşî cenabê Serok Mesûd Barzanî û Serokatiya Herêma Kurdistanê kir."

Ebdî bal kişand ser hewlên berdewam û rola wan a bibandor a ji bo aramkirina rewşê û gihîştina Şam û HSDyê ya peymana agirbestê.

Peyamên girîng derbarê Rojava de

Mezlûm Ebdî piştî civîna xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re ji rojnamevanan re got, “Em dixwazin Kurd herêmên xwe bi rê ve bibin.”

Duhî Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ji Rûdawê re gotibû ku kurdan daxwaza otonomiyê nekiriye.

Ebdî derbarê vê peyama Şeybanî de diyar kir ku pirsgirêka hikûmeta Sûriyeyê bi "nav û têgeha" desthilata Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê re heye.

Fermandarê Giştî yê HSDyê bal kişand ser hevdîtinên bi berpirsên welatan re û got:

"Her kes li gel wê yekê ye ku kurd bibin xwedî mafên xwe. Divê taybetmendiya herêmên kurdan li ber çavan were girtin, êrişî ser herêmên kurdan neyê kirin û kurd karibin herêma xwe bi rê ve bibin."

Vegera Pêşmergeyên Roj

Mezlûm Ebdî, derbarê vegera Pêşmergeyên Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê de wiha axaft:

“Ji bo me ti pirsgirêk nînin ku her ciwanekî kurd vegere û di nav wan çar lîwayan û hêza jinan de cih bigire ku di nav artêşa Sûriyeyê de tên avakirin. Pêşmergeyên Roj jî dikarin tê de beşdar bibin û karê xwe bikin. Ev ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê pêdivî ye.”

Fermandarê Giştî yê HSDê li ser pirsa, “Agahî hene ku we bi Amerîkiyan re li ser dayîna otonomiyê dan û standin kiriye, ev rast e?” jî wiha bersiv da:

“Em neketine nav hûrgiliyên van mijaran lê me tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê taybetmendiya herêmên kurdan parastî be.”