Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan: 'Ji bo yekîtiya Kurdan serkeftinek bû'
PeyamaKurd - Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zebarî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan.
Zebarî li ser hesabê xwe yê medya civakî got ku hevdîtina Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ya li Hewlêrê îro pêk hatiye, ji bo bihêzkirina yekîtiya Kurdan û bi rêveberiya Sûriyê re lihevkirineke veguhestina siyasî serkeftinek bû.
Zebarî diyar kir, “Em spasiya hemû hevpeymanên xwe û dostê xwe dikin”
Today’s meeting in Erbil between President Masoud Barzani and SDF Commander of N.E Syria is a significant achievement to strengthen Kurdish unity and position visa-a -veer the new Syrian rulers in DAMASCUS for a smooth political transition. Thanks to all our allies & friends.
— Hoshyar Zebari (@HoshyarZebari) January 16, 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin