Twitterê hesabê Fermandarê Gistî yê HSDê General Mezlûm pesend kir

25 cotmeh 2019 15:28
Twitterê hesabê Fermandarê Gistî yê HSDê General Mezlûm pesend kir

PeyamaKurd – Hesabê Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdîli ser platforma medyaya civakî Twitterê, hat pesendkirin û ‘tika şîn’ wergirt.

Twitterê hesabê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî (Kobanî) ango General Mezlûm li ser platforma medyaya civakî, pesend kir û bi vê yekê re hat teqezkirin ku hesab yê Fermandarê Gîştî yê HSDê yê rastî ye.

Hesabê General Mezlûm bi navê Mezlûm Ebdî ‘Mazloum Abdi’ dema nûçe hat amadekirin ji aliyê 44 hezar kesan ve dihat şopandin.

Ji aliyê din ve, tê xuyakirin ku twîteke General Mezlûm ku banga yekîtiya Kurdan dike û dibêje, “Pêwîste hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî ji bo Rojava bibin yek û piştgiriya xwe bidomînin.” bi hezaran RT û FAV wergirtin.