Mezlûm Ebdî: Plana Erdogan dagirkirin e, em û hevpeymanî vê qebûl nakin!
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlum Ebdî, bersiva daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da û got, armanca Tirkiyê ne ewlekarî ye, lê dagirkirina rojhilatê Firatê ye.
Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî ji televizyona Medya Haber re axivî û got ku ne ew ne jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî plana Serokomarê Tirkiyê ya ji bo rojhilatê Firatê qebûl nakin.
Ebdî da zanîn, “Armanca plana Erdogan ne peydakirina ewlekarî ye, lê dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye û guherandina demografiya wê ye. Bicihkirina penaberan bo rojhilatê Firatê û avakirina gund û bajarokan xeyal e û xaka wan ne bêxwedî ye.”
Serokomarê Erdogan hem li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hem jî di gotara xwe ya vekirina Parlamentoya Tirkiyê de, behsa plana xwe ya bo Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê kiribû û gotibû, projeya wan amade ye û ew dixwazin 2 milyon penaberên Sûrî li li herêma bi navê ‘Herêma Ewle’ bicih bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin