Mezlûm Ebdî plana sereke ya Tirkiyê bo Rojavayê Kurdistanê eskere kir
19 gulan 2024 18:06
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya zoomê beşdarî 9emîn konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a devera Firatê bû.
Mezlûm Ebdî, di axaftina xwe de bal kişand ser, “Hîn metirsiya DAIŞ berdewam dike” û li ser êrîşên Tirkiyê wiha axivî:
“Berdewamiya êrîşên Tirkiyê, ji bo tunekirina şoreşa me ye, di wê çarçoveyê de, dest bi tinekirina binesaziya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kiriye, plana wê ya sereke dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye.”
Mazlûm Ebdî di dawiyê de got, “Weke fermandariya HSDê erka me ye em zêdetir xwedî li şehîdan derkevin, yê ku herî zêde xwedî li vê civakê û saziyên wê, derkevin ew in, malbatên Şehîdan in.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Mezlûm Ebdî: Zimanê Tirkiyê li hember me nerm bûye
23 mjd 2025
Rojhilata Navîn
Ji Barrack daxuyaniya civîna ligel Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed
22 rbn 2026
Kurdistan
Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê dicivin
16 rbn 2026
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin