Meral Aksener li Diyarbekirê got: Kurd û Tirk IYI Partiyê ava kirin
PeyamaKurd – Seroka İYİ Partiyê Meral Akşener ji bo tevlî kongra partiya xwe ya bajarê Diyarbekirê bibe çû Diyarbekirê. Di kongrê de Meral Akşener axifî û got:
“Endazyarên me yên ku dewletê tayîna wan çênekir, ew gêncên ku bîstek berê bi min re axifîn, kesên ku zankoyê qedandin û nikaribûn ji xwe re îş bibînin, İYİ Partiyê damezrandin. İYİ Partiyê ewladên xas yên vî welatî Kurd, Tirk û Zaza avakir. İYİ Partiyê bi hêviya ku bibin xwediyê dîrokekî serbilind,ji bo bigihên xeyalên xwe yên wekheviyê, ji bo bigihên azadiya xwe ji her nasnameyan mirovê cesûr avakirin. Me tenê tabelayên wan daleqand.
Di wexta ku welatê me ew çend westiyaye, dewlet tehrîb bûye û ji bo dermankirinê di derveyê guherandina siyasetê de ti rê nemaye, pêwiste mirov hinek tiştan bêje û bi wê armancê em ketin ser rê. Me ji bo desthilatê meşa xwe, meşa zadiya milletê xwe û ji bo em îtîbara dewleta xwe paşde bînin, me destpêkir.
……
Êdî îro em nabêjin ev Kurd e, ev Tirk e, ev elewi ye, ev sunni ye, ev çepgir e û yê din rastgir e, êdî AKP heye û yên di derveyê AKP de hene.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin