Li Diyarbekirê komxebata 'Di Medya Tirkiyê de Pisrgirêka Kurd' tê lidarxistin

28 îlon 2021 21:00
Li Diyarbekirê komxebata 'Di Medya Tirkiyê de Pisrgirêka Kurd' tê lidarxistin

PeyamaKurd - Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle (DÎTAM) 2yê Cotmeha 2021an Komxebateke bi sernavê “Di Medyaya Tirkiyeyê de Pisrgirêka Kurd” li Diyarbekirê li dar dixe.

Hat ragihandin ku wê di komxebatê de li ser rola medyaya Tirkiyeyê ya derbarê çareserkirina Pirsgirêka Kurd de guftûgo werin kirin.

DÎTAMê di civîneke rojnamevanî de ragihand, wê nûnerên saziyên civaka sivîl, rojnameger, akademîsyen, mafnas û çalakvanên parastina mafên mirovan derbarê hişmendiya di çapemeniya Tirkiyeyê ya li ser Pirsgirêka Kurd de gotaran pêşkêş bikin.

Hat diyarkirin ku wê heman komxebat piştî Diyarbekirê li bajarên Wan û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê jî bên lidarxistin. 

Di komxebatan de encamên lêkolînên derbarê pêvajoya çareseriyê û hişmendiya kurdan di çapemeniya Tirkiyeyê de, li Tirkiyeyê pirsgirêka çapemeniyê û aştiya civakî dê werin gotûbêjkirin.

Herwiha DÎTAMê diyar kir, piştî komxebatan wê raporek bê amadekirin û bê dîtin Kurd xwe di medya Tirkiyeyê de çawa dibînin.